Konferans bi dirûşmeya “Felsefeya Veguhertina Jiyanê: Jîn Jiyan Azadî”, li Fakulteya Giurisprudenza ya Zanîngeha Roma 3 hat lidar xistin.
Di konferansa ku bi pêşengiya rêxistinên weke TJK-E, Rete Jin û komîteya Jineolojî ya li Îtalyayê û tevkariya Şaredariya VIII Romayê pêk hat de, aktivîstên jin, akademisyen û hiqûqnas, li ser analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê tevgera jinê, hewldanên wî yên ji bo avakirina kesayetek azad û asta binpêkirinên hiqûqî ya tecrîdê nirxandin.
Konferans, bi xwendina hin beşên ji pirtûka “Jiyana min her tim şer bû” a yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz a di sala 2013’yan de li Parîsê hate qetilkirin û helbesta “Jina Evînê” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye nivîsandin destpê kir.
Li ser navê Daîreya Çandê ya Şaredariya Roma VIII Maya Vetrî axivî û diyar kir ku konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ekolojî, demokrasî û azadiya jinê di nava xwe de dihewîne û destnîşan kir ku ev model ji bo wan referanse.
Di panela yekemîn de ku bi moderatoriya civaknas Chiara Davolî pêk hat, kesayetên mîna Laûra Corradî ji Zanîngeha Calabrîayê, Federîca Gîardînî ji Zanîngeha Roma Tre, diyalektîka veguherîna tevgera jinê bi vegotina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
Di heman demê de Gea Piccardî di navbera analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji teorîknasên girîng ên tevgera Eko-Femînîst Marîa Mîes muqeayese çêkir û perspektîfên cuda derxist holê.
Li ser navê Akademiya Modernîteya Demokratîk Vera axivî û bandorên analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê yên ji bo tevgera jinan nirxand.
Di panela duyemîn de, ku bi moderatoriya hîndekarê Fakulteya Girusprudenza Prof. Enrica Rîgo pêk hat, parêzer Michela Arricale, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk û endama Rete Jin Laura Qualiuglolo li ser rewşa Îmraliyê axivîn û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê û hewldanên hiqûqî.
Di panela sêyemîn a konferansê de bi sernavê "Meşa ber bi Şoreşa Jinê ve" aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo nasnameya jina azad, avakirina malbateke demokratîk û pêşxistina çanda berxwedanê parve kirin.
Di panela bi sernavê ‘Berxwedana Jinê ya li Rojhilata Navîn’ de ji Fîlîstînê Alba Nabûlsî û ji Îranê Maral Rahîmî axivîn.