Li Romayê civîna ji bo ‘azadiya Ocalan’

Komîteya Azadî ji Ocalan re li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye civînek li dar xist û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Komîteya Azadî ji Ocalan re di 17’ê Kewçêrê de konferansek li dar xistibû û avabûna xwe îlan kiribû. Komîteyê îro bi daxuyaniya çapemeniyê xwest bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Gelek ronakbîr, hunermend, nivîskar û sendîkavanên ji Îtalyayê jî di nav komîteyê de ne û ji bo azadiya Ocalan civiya. Komîteyê heta niha siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî, saziyên mafên mirovan jî di nav de ji 500 kesan îmze kom kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de îltîcaya siyasî li Îtalyayê kiribû û hate gotin, “Ev îltîca hatibû qebûlkirin. Ji ber vê jî rêzdar Ocalan hemwelatiyê Romayê ye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku CPT jî tecrîd mehrûm kiriye û komîteyê diyar kir ku wê bi saziyên fermî yên dewleta Îtalyayê jî hevdîtinan bikin.