Li Romayê Şoreş Mardîn ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbû hat bîranîn

Ji bo Hakîm Acar (Şoreş Mardîn) ku yek ji 7 gerîlayên ku li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûbûn li Romayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Li paytexta Îtalya Romayê merasîmeke bîranînê ji bo Hakîm Acar (Şoreş Mardîn) ku di nava 7 gerîlayên şehîd ên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûbûn, hat lidarxistin.

Merasîm li Navenda Çanda Kurd a Araratê pêk hat, Kurdistaniyên ji Mîlano, Lîvorno, Rosette Florence û malbatên Îtalyayî yên Şoreş Mardîn nas dikirin jî tevlî merasîmê bûn.

Bîranîn di şexsê Şoreş Mardîn de bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şervanên azadiyê yên li Kurdistanê şehîd bûne dest pê kir.

Piştre Îdrîs Guzel axivî û diyar kir ku Şoreş Mardîn ji bo çanda welatparêziyê di nava civaka Kurd a li Îtalyayê dijî pêş bixîne xizmet kiriye, bêyî ku rewşa nebaş a tendirûstiya xwe bike hincet têkoşiyaye. Guzel bi bîr xist ku Şoreş ji bo ku bibe parçeyek ji berxwedana gerîla vegeriya çiyayên Kurdistanê û ji ber îxaneta PDK’ê tevî hevalên xwe şehîd bû.

Guzel anî ziman ku PDK ne cara yekem e ku îxanetê dike û gelek bûyerên ku tê de şervanên PKK’ê bi destê PDK’ê şehîd bûne û wiha pêde çû: “Êdî ji êrişên bi vî rengî re tehemûla me nemaye. Ger pêwîst bike çawa ku em li dijî dewletên emperyalîst û hevkarên wê şer dikin, em ê li hemberî PDK’ê jî şer bikin.”

Guzel destnîşan kir ku PKK partiya şehîdan e û diyar kir ku wek gelê Kurd ê welatparêz wê her tim di rêya ku şehîdan ronî kirinî de bimeşin. Guzel bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî, “Em ê li hemberî ev êrişên giran ên îro di rêya şehîdên me de bimeşin û li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Piştî axaftinê nameya hevalên ku li erdnîgariya Dêrsimê bi Şoreş Mardîn re mabûn hat xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.