BI DÎMEN

Li Rojava şopa Seyît Evran

Ji roja ku Şoreşa Rojava pêk hatiye, Seyît Evran ji bo ku her kêlî, peyv, çarçove, çîrok û bîranîna vê şoreşê nîşan bide, di vê oxirê de canê xwe feda kir û bû bîranîna zindî ya her welatparêzekî Kurd ku nas kiriye.

Rojnamevan Seyît Evran ê ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re berê xwe da şoreşê, li deriyê her malbatê xist. Necah Gulo û Mihemed Hesen behsa bîranîna rojnamevan Seyîd Evran kirin.

Di serpêhatiya herikîna dîroka Kurd de, her tim çîrokek mêrxasên ku ji bo gelê xwe têkoşiyane, jiyana xwe feda kirine û hewl dane bibin ronahî hebû. Van mêrxasan gelek caran xwe kirin navenda çîrokan. Carinan derdora xwe li çîrokên xwe zêde dikirin. Lê carinan jî; Di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de çarenûs û azadiya gelê xwe xistin navenda çîrok û berxwedana xwe. Ev taybetmendî dê bîranînên xurt û bandor li her kesî bike. Di nava dilê her kesî de gerîya. Ew êş, xemgînî, berxwedan û serhildana gel weke çîrokek nîşanî her kesî da. Dibû şoreş û diherikî. Yek ji van mêrxasan jî rojnamevanê şoreşger şehîd Seyît Evran bû ku bû ronahiya heqîqetê.

Ji roja ku Şoreşa Rojava pêk hatiye, Seyît Evran ji bo ku her kêlî, peyv, çarçove, çîrok û bîranîna vê şoreşê nîşan bide, di vê oxirê de canê xwe feda kir û bû bîranîna zindî ya her welatparêzekî Kurd ku naskiriye. Necah Gulo û Mihemed Hesen li ser şopên ku Seyît Evran li Rojava hiştibûn û qet nayên jibîrkirin axivîn.

‘BÊHNA ÇIYA, GERÎLA Û ŞOREŞÊ JI HEVRÊ SEYÎD DIHAT’

Mihemed Hesen ê ku ji gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û niha li Şehbayê dijî, anî ziman ku şehîd Seyît Evran bi salane nas dike û got, "Min rojekê jî qet nedîtiye ku moralê wî xerab e. Mîna ava paqij a bi coş diherikî bû. Gava ku mirov hevrê Seyît dîtiba, tişta ewil gerîla dianî bîra me. Tu dibêjî qey tu li gel hemû gerîlayanî û li çiyayên Kurdistanê dijî. Bêhna çiya, gerîla û şoreşê ji heval Seyît dihat. Ji gel û têkiliya bi wan re danînê gelek hez dikir. Xwe ji gel pêşketîtir nedidît, ji ber ku ji bo wî gel tişta herî pîroz bû. Hevrêyên xwe yên şehîd dida jiyîn.”

Hesen, diyar kir ku Seyît Evran jiyana her mirovek li Kurdistanê dijî bi nirx didît û hez dikir wê çîrokê ragihîne û wiha domand, “Li vê derê, ku min behsa têkoşîna Heval Seyît kir, beriya niha li heman cihê Heval Seyît, li ser jiyana min bi min re hevpeyvîn kiribû. Wî qîmet dida serpêhatiyên her mirovekî. Wî şexsek weke dîrokekê dinirxand. Mirovek jidil û durist bû. Di îdeolojiyê de pêşketî bû. Min şoreşgerî di kesayeta wî de didît. Şoreşgertî di hestiyên wî de bi cih bibû. Jiyanek wî ya ji gel qut nebû. Li hawirdorekê, yek ser hebûna wî diyar dibû. Ji guhdarkirina gel hez dikir. Carinan dibû nediaxivî, tenê li gel guhdarî dikir. Guhdarvanekî baş bû. Hêz li hêza me zêde dikir. Nedizanî betlandin an bêhn vedan çiye. Her tim di pozîsyoneke kar de bû."

Hesen, da xuyakirin ku li Şehbayê domandina xebatên ragihandinê encama keda Seyîd Evran e û got ku her rojnamevanek ku li wir dixebite şagirtên Seyîd Evran in. Hesen, diyar kir ku gava ew rojnamevanan li Şehbayê dibîne yekser Seyîd Evran tê bîra wî û wiha axivî, “Rojnamevanekî mezin bû. Şagirtên Seyît Evran di her beşên çapemeniyê de cihê xwe digirin. Rojnamevanekî ku perwerdeya xwe nebîne tune ye. Dema ez van rojnamevanên ciwan dibînim, heval Seyît tê bîra min. Wî ev ciwan baş perwerde kir û ew baş mezin kir. Pênûs û kameraya wî li erdê nehiştin. Ew li ser vê şopê berdewam dikin. Ji ber vê yekê, ew bi mîrateya ku hiştî re hê jî di nava me de dijî."

Necah Gulo ku yek ji endama malbata Gulo ye û bi welatpariyên xwe yên kûr ên herêmê tên naskirin, behsa şop û bandora Seyîd Evran yê li Rojava hiştiye kir. Gulo, anî ziman ku bi destpêkirina şoreşê re ew Seyîd Evran naskiriye û wiha axivî, “Berê em diçûn serdana hev. Mirovekî bi temen bû, lê dilê wî ciwan bû. Ruhê welatparêziyê gelekî xurt bû. Gelek girêdayî Rêbertî, welatê xwe, şoreşê û şehîdan bû. Li ser pêşketina ku di şoreşê de çêbûyî û kêmasiyên ku divê werin derbaskirin diaxivî. Mirov nedixwest ji hawîrdora ku ew lê bû veqete. Bi her kesî re hevrêyek bû. Ew bê tirs bû û dilekî wî yê wêrek hebû."

JI MIN RE DIGOT, DIVÊ VÎN Û HÊZA TE SEKNA TE YA BI HEYBET ROJEK BE JÎ NEYÊ ŞIKANDIN

Necah Gulo, da zanîn ku wê bi şehîda Yûsif Gulo (Apê Yûsif), Mazlûm Nûredîn Gulo û Mihemed Mehmud Gulo yên ku di 9'ê Mijdara 2022'yan de li Qamişlo di encama êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, rojnamevan Seyît Evran baştir nas kiriye û got, "Her roj li ba me bû. Rojekê jî ji me dûr neket. Eger karekî wî hebûya wê biçûya û biqedanda û tavilê bihata. Di roja me ya herî zehmet de em bi tenê nehiştin. Moral da me û manewiyeta me xurt kir. Hevrêyê hevrêyên xwe bû. Ji min re her tim digot, ‘divê vîn û hêza te, sekna te ya bi heybet rojek be jî neyê şikandin.’ Her tim behsa komkujiyên li dijî gelê Kurd dikir, bîranînên kûr hildigirt. Şahidî ji bi dehan komkujî û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd re kiribû û li dijî vê yekê kesayeteke ku hişmendiya dîrokî pêş xistibû ava kir. Xwedî kesayeteke bi rêgez bû. Hêz dida hevrêyên xwe. Ew palpişta hevrêyên xwe û gelê xwe bû. Me hêz digirt. Me bi tenê nedihişt. Hevrêyekî durust, rast bû. Di dilê her kesî de cihek qezenc kiriye. Heval Seyît ji bîr kirin ne mimkûn e. Ez çûm ser gora Heval Seyît û min soz da ku têkoşîna wî bigihînim serketinê.”