Li Reûtlîngenê ji bo Rojava çalakiyê hevgirtinê hate lidarxistin
Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê ji bo Rojava çalakiyê hevgirtinê hate lidarxistin.
Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê ji bo Rojava çalakiyê hevgirtinê hate lidarxistin.
Çalakî li Eywana Lûlîûs Kemmler Halleyê hate lidarxistin.
Zozan Rojava di çalakiyê de axivî û got ku “Divê em çand û nasnameya xwe biparêzin. Di heman demê de em êrîşên li ser Şengalê jî şermezar dikin. Em sozê didin şehîdên xwe, em ê li ser şopa wan bimeşin.
Îro Rojava tê talankirin lê bi berxwedaneke mezin em dikarin vê qirkirin û talanê bi dawî bikin.”
Di çalakiyê de Hozan Sîmar, Hozan Hêvî Şêxê, Zinar Rojava û Koma Emege Ezgî derketin ser dikê.