Li Rennesê greva birçîbûnê dest pê kir
Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteka ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, li bajarê Rennes ê Fransayê greva birçîbûnê ya dorveger dest pê kir.
Greva ku bi 20 kesan dest pê kir wê serê sê rojan carekê bi dorvegerî pêk were.
Bi wesîleya greva birçîbûnê, Kurdistaniyan li navenda bajêr belavok belav kirin û bang li raya giştî kirin.
Kurdistaniyan daxuyaniyek dan û xemsariya CPT a li pêşberî tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta encamê bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.