Li Rêber Apo 6 mehên din hevdîtin hate qedexekirin

Li Rêber Apo 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

QEDEXEYA HEVDÎTINÊ

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yemîn a Bûrsayê dan, diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.

Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.