BI DÎMEN

Li Qibrisê qirkirina Êzidiyan hate protestokirin

Li Limasolê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û înisiyatîfa jinan ve qirkirina Êzidiyan ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi meşekê hate protestokirin.

Meclîsa Gelê Kurd û înisiyatîfa jinan bi boneya 10 salvegera qirkirina Êzdiyan a bi destê DAÎŞ’ê hatiye kirin, li bajarê Limasol ê Qibrisê meşek li dar xistin. Di meşê de bêyî navber dirûşme hatin berzkirin û danezanên qirkirina Êzidiyan vedibêje hatin belavkirin.

Piştî meşê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan ve hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel derbasî Navenda Çanda Kurd a Teofilosê bûn û fîlma derbarê qirkirina Êzidiyan de temaşekirin.