Li Qibrisê pîrozbahiya bi coş a salvegera damezrandina PKK'ê
Li gundê Xirokita yê bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurd û dostên xwe li hev kom bûn û salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Li gundê Xirokita yê bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurd û dostên xwe li hev kom bûn û salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Li salona pîrozbahiyê de wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên PKK, HPG'ê hatin daliqandin.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de li ser dîroka berxwedanê ya 45 salan a PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan û siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat di destpêkê de axivî. Piştre jî li ser pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' metnên bi Yewnanî û Kurdî hatin xwendin.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku sala 46'an a têkoşînê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştre koroya zarokan a Teofîlosê, koma muzîkê ya Qibrisî hunera xwe pêşkêş kirin. Girseya gel li ber stranên stranbêjên çand û hunerê yên meclîsa gel a Kurd a Qibrisê govend gerand. Çalakî bi govendê bi dawî bû.