BI DÎMEN

Li pêşiya Rêxistina Efûyê ya Londonê tecrîd hat protestokirin

Kurdên ku li pêşiya Rêxistina Efûyê ya Londonê li hev civiyan, tecrîda mutleq û cezayên dîsîplînê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û bang li Rêxistintina Efûyê kirin ku bikeve tevgerê.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Li bajarê Londonê ya Îngilîstanê bi çalakiyekî bêdengiya Rêxistina Efûyê ya Londonê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protesto kirin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Londonê û Meclîsa Jinê ya Jiyan li ber avahiya Rêxistina Afûyê ya Londonê hate lidarxistin de dirûşmên, "Free free Ocalan” ,"Duh Mandela, îro Ocalan", "Bijî Kurdistan, Bijî Ocalan”, “Bicehime faşîzma Tirk” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku tecrîdê protesto dike, hatin hilgirtin.

Li ser navê komê Berfîn Dersim axaftinek kir û diyar kir ku 38 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda mutleq tê meşandin û herî dawî jî bi awayekî nehiqûqî qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn.

Berfîn Dersim bi bîr xist ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê dewam dike û anî ziman ku tevî fikarên li ser tenduristiya Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî qedexe û zext berdewam dikin.

Berfîn Dersim diyar kir ku CPT bi bêdengiya xwe ya li dijî tecrîda mutleq ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê dike, dibe şirîkê polîtîkaya tecrîd û muameleya xirap a Tirkiyeyê û got ku divê Rêxistintina Efûyê bikeve tevgerê.

Piştî axaftinê girseyê çalakiya xwe bi çepik û dirûşmeyan li pêş Rêxistina Efûyê domand.