Li pêşiya Rêxistina Bila Çekên Kîmyewî Werin Qedexekirin çalakî

Li pêşiya Rêxistina Bila Çekên Kîmyewî Werin Qedexekirin (OPCW) a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê dagirkeriya dewleta Tirk û qetlîamên wê hate protesto kirin.

Kurdên li bajarê Den Haagê li pêşiya OPCW’ê hatin ba hev, dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin.

Heyeteke çalakgeran bi rayedarên OPCW’ê rûniştin û derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk dosyeyek pêşkêşî saziyê kirin.

Di dosyeyê de raporên li ser bikaranîna çekên kîmyewî û wêneyên kesên birîndar cih girt.

Çalakgeran diyar kirin ku di 17’ê Cotmehê de konsolosê Tirkiyeyê Şaban Dîşlî 30 hezar eûro bexş daye saziyê û ev tê wateya bertîlan. Çalakgeran ji rayedaran xwestin ku bila vê rewşê zelal bikin.