Li Parlementoya Swêde greva birçîbûnê dest pê kir

Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat û Endamê Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp, ji bo rabûna tecrîdê li Parlamentoya Swêd dest bi greva birçîbûnê kirin.

Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat û Endamê Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp, ji bo rabûna tecrîdê li Parlamentoya Swêd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ji bo desteka li Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê li Parlamentoya Swêdê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Rîazat û Alp beriya ku dest bi greva birçîbûnê bikin li Parlamentoyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Rîazat diyar kir ku cîhana derve, ji bo tiştên ku li Tirkiyê dibin çavê xwe digire, ji bo bêdengiya heyî xira bikin bi Yekbûna Alp re dest be greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dikin.

Rîazata got Partiya Çepgir a Swêde her carê destekê dide Tevgera Azadiyê ya Kurd, li cem HDP'ê disekine û domand, ''Li Swêdê li gel ku grevên birçîbûnê ne rêbazeke têkoşînê ya wiha ku em hînî hê bûne lê ji ber ku rewşa li Tirkiyê ne rewşeke asayî ye, ji ber ku mafê mirovan gelek caran tê binpêkirin, ji ber ku em rewşa Tirkiyê şermezar bikin em dikevin greva birçîbûnê.''

'HIKÛMETA SWÊDE DIVÊ DESTEKÊ BIDE BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'

Yekbûna Alp got Parlamentoya Swêde ji bo ku demokrasiyê û mafê mirovan temsîl dike û hê jî dengê azadî û aştiyê ye li Parlamentoyê dest bi greva birçîbûnê dikin û wiha rexne li Swêd anî:

''Vê parlamentoyê mafê mirovan parastiye û bi bilindkirina dengê xwe kiriye ku hemû cîhan dengê Swêd bibihîse. Em, ji ber ku Parlamentoya Swêd li bara grevên birçîbûnê bêdeng maye û mîsyona xwe bi cih neaniye li vir greva birçîbûnê didin destpêkirin. Ev greva birçîbûnê ji bo demokrasî, mafê mirovan û aştiyê ye. Ji ber vê divê hikûmeta Swêd destekê bide çalakgerên greva birçîbûnê.''

Alp got, ''tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî yasayên navnetewî ye'' û diyar kir tenê bi daxuyaniyan mirov nikare destekê bide çalakgerên greva birçîbûnê û êdî dem hatiye ku gotin veguhere çalakiyê.

Alp wiha domand: ''Heke jidil berevaniyê li mafê mirovan dikin divê li dijî binpêkirina mafê Kurdan zextê li Tirkiyê bikin. Her wiha divê bixwzin ku tecrîd rabe.''

'EM Ê BI HEV RE BÊDENGIYÊ XIRA BIKIN Û TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'

Alp têkilî çalakiya Leyla Guven jî got, ''Leyla Guven sembola têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Jinên Kurd di dîrokê de tim li pêşiya têkoşînê cih girtine, bûne pêşengên aştiyê..Em bi hev re em ê dawî li vê bêdengiyê bînin û tecrîdê bişkînin. Zextên Erdogan çendî zêde bin jî em, ên ku aştiyê dixwazin, bi ser bikevin.''

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kadir Kasirga jî tevlî daxuyaniyê bû û destek da çalakgeran.

Kasirga got wî jî grevên birçîbûnê aniye rojeva Parlamentoyê û got ji bo desteka li greva birçîbûnê ew ê tim di rojevê de bihêlin. Kasirga bi bîr xist ku rewşa tendiristiyê ya Leyla Guven krîtîk e û wiha rexne li polîtîtîkaya dewleta Tirk anî:

‘TIRKIYE PEYMANÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE’

“Bûyerên li Tirkiyeyê bi temamî berevajî ne. Li Tirkiyeyê rêveberiya otorîteya yek zilamî heye. Erdogan biryara her tiştî dide. Ev wiha nadome. Yek ji welatên herî pêşketî yên Ewropa Swêd pirsgirêka Kurd li gorî welatên din Yekîtya Ewropayê kiriye rojev. Em parlamenter divê vêya biddomînin. Abdullah Ocalan ne tenê girtiyek e, lîderê ku di navenda hevdîtinên aşitî yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de rol girtiye. Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan re peymanên navnetewî binpê dike. Em daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî dikin.”

Piştî axaftinan Rîazat û Alp tîşortên ku wêneyên Leyla Guven li ser bûn li xwe kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Piştî ku parlamento hate girtin Rîazat û Alp çûn lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û çalakiya xwe li wir didominin.

‘DIVÊ TECRÎD RABE, GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN’

Parlamentera Partiya Çep Lorena Vargas Delgado têkildarî greva Riazat û Alp wiha got; “Piştevaniyekî mînak e ji bo grevên birçîbûnê. Divê em bihêz zextên li dijî girtiyan ên li Tirkiyeyê protesto bikin. Divê Tirkiye demildest tecrîda lis er Ocalan rake û girtiyên politîk berde.”

‘DIVÊ TIRKIYE RÊZ JI MAFÊN GIRTIYAN RE BIGRE’

Wênegir û Karîkaturîst Lennart Asp jî balkişand li ser hebûna PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên terorê de û wiha got; “Ji ber ku PKK di lîsteya rêxistina terorê de ye cîhana ji derve li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng e. Welatên Ewropa ditirsin ku Erdogan penaberên Sûriyeyî bişîne Ewropayê. Lê li Ewropa gelek kes jî piştgirîyê didie têkoşîna gelê Kurd.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Stockholm û Forûma Çep a Navnetewî Rodrîgo Arce jî got ew piştevaniya têkoşîna gelê Kurd dikin û got; “Li Tirkiyeyê gelek HDP’yî di girtîgehê de ne. Parlamneter û hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li girtîgehê tê girtin. Em daxwaz ji Tirkiyeyê dikin ku rêzê ji bo mafê girtiyan bigre û destûra hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re bide.”