Li Parlementoya Swêdê dagirkerî hate gotûbêjkirin

Li Parlementoya Swêdê êrîşên qirker û binpêkirinên mafan ên dewleta Tirk hate gotûbêjkirin. Parlementeran daxwaza sepandina pêkanînan kir.

Di rûniştina parlementoyê ku hikûmeta Swêd deklerasyona polîtîkayên deve ya 2020’an eşekere kir de, êrîşên dagirker ên li ser Rojava û binpêkirinên mafan ên desthilata AKP-MHP’ê hatin nirxandin.

Wezîra Karê Derve Ann Lînde ya ku deklerasyona polîtîkayên derve ya hikûmetê eşkere kir, diyar kir ku bi Tirkiyeyê re hem di warê hevkariya kar û hej jî rexneyî de di nava diyalogê de ne, anî ziman ku Yekîtiya Ewropa êrîşên li ser Bakurê Sûriye û Rojava şermezar kir û divê biryarên destûra firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal bikin.

 ‘DESTEKÊ DIDE ÇETEYAN, ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE’

Berdevkê Polîtîkayên Derve û Parlemeterê Partiya Lîberal Redrîk Malm diyar kir ku Tirkiey li dijî Sûriyeyê êrîşên şerkirinê dike û destekê dide komên cîhadî, destnîşan kir ku bi çekên giran êrîşî bajarên Kurdan bombe dikin. Malm got: “Niha li Tirkiyeyê ji ber ku tenê peyva Kurdistan heye doza girtinê derbarê 4 partiyan dewam dike. Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016’an ve li girtîgehê ye. Gelek parlementerên Kurd girtî ne. Bi dehan hevşaredar ji erkê hatin girtin. Bi deh hezaran kedkarên cemaweriyê navê wan di lîsteya reş de ne. Li welat girtina rojnamevanan rekor şikandiye. Êrîş berfireh bûye.

Malm bibîr xist ku divê Swêd û Yekîtiya Ewropayê li dijî êrîşên hov û berfireh ên Tirkiyeyê bikeve tevgerê û got: “Çima Ann Lînde û Swêd di asta Yekîtiya Ewropayê çima pêkanînan li ser Tirkiye û kesên alîgirên rejîmê ku roj bi roj êrîşan dijwar dikin, însyatîf nagire?

LÎNDE: BI DEHAN CAR ME ŞERMEZAR KIR

Ann Lînde ya besiva rexneyên Malm da diyar kir ku girtina Demîrtaş û hevserokên din ên HDP’î ya li girtîgehan nayê pejirandin û anî ziman ku vê yekêê weke Swêd û Yekîtiya Ewropa ev ji bo rayedarên Tirkiye hatiye ragihandin. Lînde diyar kir ku wan girtina rojnamevan û rewşa parêzvanên mafê mirovan jî xistine rojevê û got: “Me vê bi dehan carî şermezar kiriye. Heman tişt ji bo êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser Rojava jî kiriye.”

SVENNELÎG: DIVÊ EREBÎSTANA SIÛDÎ Û MUTEFÎKÊN WÊ FIROTINA ÇEKAN RAWESTÎNIN

Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Çep Hakan Svennelîg diyar kir ku divê hikûmet firotina çekan bide rawestandin û got: “Divê welatên mîna Tirkiyeyê ku mafan binpê dikin mimkûne ku firotina çekan bê rawestandin.”

KAKABAVEH: TIRKIYE SIVÎL QETIL KIR

Parlementera Serbixwe Amîneh Kakabaveh bal kişand ser pêşnûmeya kesên destdirêjî zarokan dikin û piştre li gel wan dizewicin kir rojev. Her wiha Kakabaveh êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava jî nirxand û got: “Tirkiye li wier li dijî jin û şervanên li dijî DAÎŞ’ê şer dikir û sivîlan êrîş û qetlîam kirin. Tirkiye naxwaze mafê bingehîn ên jinan û Kurdan ji bo wan bên dayîn.

KAASIRGA: DIVÊ SWÊD DESTEKÊ BIDE HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Parlemeterê Partiya Demokrat a Sosyal Kadîr Kasirga jî bomberdûman û sûcên şer ên Tirkiyeyê ya li Bakur û Başûrê Kurdistanê kire rojev. Kasirga bibîr xist ku Tirkiye bi hinceta têkoşîna bi terorê re Başûrê Kurdistanê bombe dike û got: “Mafê Xiristiyan, Asûrî-Suryan, Ermenî û Elewiyan binpê dike.”

Kasirga bal kişand ser netehemûliya dadgeha Tirkiyeyê ya ji bo peyva Kurdistan û diyar kir ku xwestine Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) qedexe bikin.

Kasirga ji hikûmeta Swêdê daxwaz kir ku li dijî êrîş û zextê ya li ser Kurdan û muxalefetê rabin û destekê bidin hêzên demokrasiyê.