Li Parîsê tecrîd hate protestokirin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye mîtîngek hate lidarxistin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye mîtîngek hate lidarxistin.
Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê saet di 15.00’an de li Qada Repûblîqûeyê mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Em hemû Leyla ne’ hatin vekirin.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Bêrîvan Firat jî di mîtîngê de axivî û bang li Fransa û saziyên pêwendîdar kir ku bila li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng nemînin.
Endamê Desteya Rêveber a KCDK-E’yê Mûrat Ceylan jî got ku “Grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû despêkirin, li temamî cîhanê belav bûye. Vê pêla berxwedanê li qadên Newrozê bûye serhildan. Di 31’ê Adarê de em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin û em ê desthilatdariya faşîst qels bikin.”
Di mîtîngê de hate diyarkirin ku di 1’ê Nîsanê de wê li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê were lidarxistin û banga tevlêbûna xurt hate kirin.