Li Parîsê tecrîd hat protestokirin

Li paytexta Fransa Parîsê bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan çalakiyê ku balê dikişîne li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin lidarxistin.

Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li taxa Saînt-Denîs ya Strasbourgê ya Parîsê meşek hate lidarxistin.

Çalakvanan ku ji bo demekî kurt rê li trafîkê birîn bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan bal kişandin li ser şert û mercê tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn.

Çalakvanan bi rêya sînevîzyonê li ser dîwar axaftinên Ocalan nîşan dan.

Di çalakiyê de drûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û bang hatekirin ku bi xurtî tevlî mîtînga ku wê 12’ê Kanûnê li meydana Repûblîque pêk bê bibin. Çalakî bi wê bangê re bi dawî bû.