Li Parîsê şehîd hatin bîranîn

Gerîlayên HPG’ê Huseyîn Firat, Alî Norşîn û Ciger Amed ên ku 22’ê Tebaxê li Findika girêdayî navçeya Hassa ya Hetayê şehîd bûyîn, ji fermandarên HPG’ê Egîd Civyan, Canfeda Goyî û Hebûn Girêspî li paytexta Fransayê Parîsê hatin bîranîn.

Îro li Navenda Civaka Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê, gerîlayên HPG’ê Huseyîn Firat, Alî Norşîn û Ciger Amed ên ku 22’ê Tebaxê li Findika girêdayî navçeya Hassa ya Hetayê di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahiyettîn Karay (Egîd Civyan), Canfeda Goyî û Hebûn Girêspî yên ku 11’ê Îlonê li herêma Masîro ya girêdayî navçeya Şaxa Wanê di şerê bi artêşa dagirker a Tirk re şehîd bûyîn hatin bibîranîn.

Bîranîna ku gelek Kurdistanî tevlî bûyîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê Komîteya Şehîdan Hayrî Ûlûdag axivî û got, “Girêdanbûna xwe ya bi şehîdên têkoşînê re tenê em dikarin bi mezinkirina têkoşîna wan biparêzîn.”

Ûlûdag gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan “PKK partiya şehîdan e” bi bîr xist û wiha got, “Bi darbeya sala 1980’an re ji bo PKK’ê rêyek nû hate vekirin. Ji wê rojê heta niha em bi bîranîna şehîdên xwe dijîn. Ji bo wan ev bi salane PKK li ber xwe dide û berxwedaniya xwe didomîne.”

Li ser navê Komîteya Şehîdan jî Xanê Akdogan ev gotin: “Ev têkoşîna bi maf a ku nêzî 40 sale dom dike, bi saya şehîdên me ye. Bi dîtina têkoşîna şehîdên me dayîn, dema ku berpirsyartiya dikeve li ser milê me, me pêk anî wê serkeftin bibe ya me.”

Xizmên Şehîd Huseyîn Firat jî yek bi yek axivîn.

Bîranîn bi pêşandan sînevîzyona di derbarê jiyan û têkoşîna şehîdan bi dawî bû.