Li Parîsê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Bi pêşengiya Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransayê (TJK-F) komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Kurdên ku li Qada Chateles Les Hallesê kom bûn, sloganên li dijî tecrîdê berz kirin. Çalakgeran bênavber ‘Azadî ji Ocalan re’ berz kirin. Dema ku navê çalakgerên greva birçîbûnê Îmam Şîş, Leyla Guven û Nasir Yagiz hate gotin, girseyê bi hev re got ‘Berxwedan.’

‘BI RÊBER APO RE KOMPLO HATE PÛÇKIRIN’

Siyasetmedarê Kurd Mûrat Ceylan di çalakiyê de axivî û got ku, “Kurdan ev komplo qebûl nekirin û ew ê nekin. Bi pêşengiya Rêber Apo ev komplo hate pûçkirin. Gelê Kurd îro bi pêşengiya Leyla Guven bi grevên birçîbûnê ew ê komploya li ser Rêber Apo bişkînin.”

Ceylan ji bo meşa di 16’ê Sibatê de ya protestokirina Komploya Navneteweyî banga tevlêbûnê kir.

Piştî bidawîbûna mîtîngê girse bi sloganan ber bi Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk meşiyan.