Li Parîsê ji bo Rêberê Gelê Kurd name şandin ji NY’ê re

Li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.

Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsa paytexta Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.

Hevserokatiya NCD’ê ya Vîllîers le Belê diyar kirin ku gel ji bo nameyê bişînin ketine rêzê û bang kirin ku dewleta Tirk a ku hiqûqa navneteweyî ya NY’ê binpê dike rawestînin.

Çalakiya ku ji aliyê NCD’ê ve hatî organîzekirin, bi dirûşmeyan hetanî ber postexaneyê meşiyan, bi hezaran Kurd û dostên Kurdistanî name şandin ji NY’ê re.