Li Parîsê ji bo Ecevît Pîroglû yê li Sirbistanê girtî ye çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû ku ev sal û nîv e li ser daxwaza Tirkiyeyê li Sirbistanê girtî ye çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Qada navdar a République ya Parîsê hate lidarxistin. Di çalakiya ku endamên ACTÎT, CDK-F û ADHK'ê yên girêdayî AVEG-KON'ê amade bûn de li ser navê saziyan daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ecevît Pîroglû li ser daxwaza Tirkiyeyê ya radestkirinê zêdetirî salek û nîv e ji aliyê dewleta Sirbistanê ve di girtîgehê de tê ragirtin.

Hate diyarkirin ku Piroglû ji ber bazirganiya qirêj ên di navbera Sirbistan û dewleta Tirk de, tevî gelek caran biryara berdana wî ya dadgeha bilind nehatiye berdan û ragirtina wî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, dosyaya ku dewleta Tirk bi îdîayên derew ên li dijî Pîroglû amade kiriye, di esasê xwe de têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û şoreşa Rojava hedef hatiye girtin.

Çalakgeran anîn ziman ku, heta azadiya Pîroglû pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin û bang li dewleta Sirbistanê kirin ku hem li gorî hiqûqa xwe û hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.