Li Parîsê çalakiya bê îteatiya sivîl a ciwanan

Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanan ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, çalakiyeke bê îteatiya sivîl li dar xistin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li grevên birçîbûnê, li Gare de l'Est a paytexta Fransa Parîsê çalakiyeke bê îteatiya sivîl hate organîzekirin. Ciwanan posterên Ocalan û alên PKK'ê vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan" qîriyan.

Ciwan piştre heta Bûlwara Strasboûrg-Saînt-Denîsê meşiyan û li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz girtin.

Qisekeran diyar kirin ku bi biryardariya têkoşînê ya çalakgerên greva birçîbûnê ew ê jî heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin. Bi vê armancê bang li ciwanên welatparêz hemûyan hate kirin.