Li Parîsê banga ‘Tecrîdê rakin’ hate bilindkirin

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate kirin.

Li ser bangên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) saet 15:00 li Qada Repûblîqûeyê meşê destpê kir.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ û wêneyên berxwedêrên grevê li ser hate vekirin û dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin.

Di tevahiya meşê de belavokên ku balê dikişîne ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê hatin belavkirin.

Endamên Partiya Komunîst a Fransî, Partiya Nû ya Antî Kapitalîst, SOS Racîsme, ACTÎT û SKB’ê tevlî meşê bûn ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bang li hikûmeta Fransa û saziyên elekqedar kir ku êdî bêdeng nemînin.

Dema meş gihişte Qada Bastîlleyê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Firat Farto axivî û di serî de berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêran silav kir û banga li dorî grevên birçîbûnê bibin yek kir.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.