Li Parîsê banga helwest û berxwedana hevpar hat kirin

Di civîna ji aliyê CDK-F’ê ve li Parîsê hat kirin de, banga helwesta hevpar li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat kirin û peyama ku wê li ber xwe bidin hat dayîn.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), li ser amadehiya dagirkirina Rojava ya dewleta Tirk, geşedanên li Kurdistanê û êrîşkariya bi rêya NATO’yê civîneke ji bo çapemeniyê lidarxistin. Civîn li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bû. Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransî Jean-Paul Lecoq, nivîska Patrice Franceschi, nûnerê Rojava yê Parîsê Xalid Îsa û Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F’ê Agît wek axêftvan tev li civînê bûn. Di civînê de gelek rojnamevan jî hebûn.

Agît Polat bi kurtî behsa êrîşên dawîn ên bi ser Herêmên Parastina Medyayê de kir û bal bir ser bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa dagirker a li dijî gerîlayan. Polat got ku Tirkiye li ber çavên cîhanê tevî dikeve hewila dagirkirinê lê kes dengê xwe ji hovîtiya wê re nake. 

Polat îşaret bi tifaqên nû yên bi Tirkiyeyê re yên di çarçoveya NATO’yê de tên kirin, kir û diyar kir ku dîrok dubare dibe lê Kurd ne Kurdên berê ne.

Polat gotinên “Ez bi ragihandina lihevkirineke nû a pê rêya ketina nav NATO’yê li Fînlandiya û Swêdê vedibe, kêfxweş im“ bi bîr xistin û anî ziman ku bi peymanê, di ser NATO’yê re Kurd dibin hedef lê tevî hemû zehmetiyan jî wê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe heta bi dawiyê li têkoşîna xwe dewam bikin.

‘LI BER ERDOGAN RABIN’

Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransî Jean Paul cardin derbirî ku ew wek PCF doza Kurdan heq dibînin û bi Kurdan re ne û bi lêv kir ku Erdogan ketiye hewila tunekirina pergala ekolojîk, femînîst û alternatîf a li Rojava ava bûye. Lecoq anî ziman ku tiştên di çarçoveya civîna NATO’yê de diqewimin nayên qebûlkirin û wiha axivî: “Tirkiye bi bikaranîna şerê Ûkraynayê û birina êrîşan bi ser Kurdan de hewil dide xwe ji krîza aborî û siyasî xelas bike. Em vê qebûl nakin. Me duh bi senator Pierre Laurent re danezanek ragihand da ku di serî Fransa bi erka xwe rabibe. Êrîşên li dijî projeya jiyana bi hev re ya gelên li Rojhilatê Navîn a bûye hêvî ji me re, nayên qebûlkirin.“

‘PERGALA LI ROJAVA JI XWE RE KIRINE HEDEF’

Nûnerê Rojava Xalid Îsa da xuyakirin ku Erdogan, pergala li Rojava ji xwe re wek xeterî dibîne û ji wê boneyê ye ku bi hinceta terorê dikeve hewila ketina Rojava. Îsa xurtiya têkiliya Erdogan a bi hemû komên radîkal ên terorîst re bi bîr xist û bertek nîşanê ranebûna bi bertekê ya hêzên navneteweyî li dijî Erdogan û da zanîn ku wê berxwedana Rojava berdewam bibe.