Li Parîs û Hambûrgê grevên birçîbûnê didomin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê grevên birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê grevên birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê komekê din hate wergirtin a ku ji 21 kesan pêk tê.
Çalakî li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Parîsê didome.
Çalakgeran diyarkirin ku “Daxwaza Leyla Guven ne bi tenê ya gelê Kurd e, ya hemû gelên demokrasîxwaz in. Divê em li dora Leyla Guven bibin xeleq û azadiya Rêbertiyê pêk bînin.”
Greva birçîbûnê di roja 7’emîn de didome.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê jî greva birçîbûnê di roja 9’emîn de didome. Ji xeynî Kurdistaniyên li Hambûrgê, Kurdistaniyên ji Bremen, Kîel, Oldenbûrg, Bremenhaven, Leer, Lubeck û Stadeyê hatine ji bo sê rojan dikevin greva birçîbûnê ya ku bi dorvegerî tê kirin.