BI DÎMEN

Li Oslo û Trondheim’ê berxwedana Rojava hate silavkirin

Kurdistanî û dostên wan ên Norweçî li bajarê Trondheim û paytext Osloyê hatin ba hev û berxwedana li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, silav kirin.

Li paytexta Norweç Osloyê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin.

Çalakî li ber Wezareta Karên Derve ya Norweçê hate lidarxistin. Ji xeynî Kurdistaniyan gelek partiyên siyasî yên Norweçî û nûnerên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Ji Nûneriya Partiya Kesk (Miljøpartiet De Grønnes-MDG) Bente Knagenhjelm êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava şermezar kir û bang li hikûmeta Norweçê kir ku dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşan, bîne. Bente Knagenhjelm got, “Êdî dostê Kurdan tenê çiya nînin, em hemû dostê Kurdan e.”

Li ser navê Partiya Sor (Rødt) Aram Zaher axivî û bang li her kesê kir ku xwedî li Rojava derbikeve û li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bide. Ji Nûneriya Eniya Jin (Kvinnefronten) Maiken Sætran Lium, ji Nûneriya Ciwanên Kurd ên Norweçê (Ungkurd) Şîlan Efrîn, ji Hevserokatiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê (NCDK-OSLO) Endam Aso li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, banga seferberiyê li her kesê kir û ev bang li rayedarên Norweçê kir, “Li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemîne. Bila firotina çekan a ji Tirkiyeyê were qedexekirin.”

Di çalakiyê de flamayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Faşîst ji Kurdistanê bicehimin”, “Bijî YPG” û “Sverige YPJ” hatin berzkirin.

TRONDHEIM

Li bajarê Trondheim ê Norweçê Kurd û dostên wan ên Norweçî li ser banga Kurdistan Kultur Forening ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava daketin qadan.

Mîtîng li Nordre Gate hate lidarxistin û berxwedana gelên Rojava hate silavkirin.

Tevî hewaya cemidî bi sedan kes beşdarî mîtîngê bûn. Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Li ser navê Solidaritet med Kurdistan, Aso Amedyan û Mehnaz Azizyan daxuyanî dan. Piştî xwendina daxuyaniyê, çalakiya Kurdistaniyan bi dawî bû.