Li Orebroyê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarê Orebroyê yê Swêdê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Gursel, Kamûran, Rojhelat, Nûwafaq û Mûrat derketin ser dikê.

Li ser navê KNK’ê jî Serdar Dîzayî axivî û diyar kir ku ji bo pêşketina Şoreşa Rojava çi ji destê KNK’ê were, wê teqsîr neke.

Hevserokê Navenda Civakî ya Demokratîk Ridvan Altûn jî got ku,”Pêkhateyên Rojava li gel hemû êrîşên Tirkiyeyê jî şoreşek ava kirin û vê şoreşê gav bi gav xwe bi hemû gelan da qebûlkirin.”

Altûn diyar kir ku bi îrade û berxwedana xurt a gerîlayan a li Heftanînê, mêtingerî têk diçe.

Pîrozbahî bi axaftinan û govendê bi dawî bû.