Li Orebroyê Mereş û Roboskî hatin bibîranîn

Kesên ku di êrîşên balafirên dewleta Tirk li Roboskî û Komkujiya Mereşê de hatibûn qetilkirin li bajarê Orebro yê Swîsreyê bi bîranînekê hatin bibîranîn.

Di aktivîteya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebroyê di serî de kesên li Komkujiya Mereş û Roboskiyê de hatibûn qetilkirin û hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê hatin bibîranîn. Piştre sînevîzyoneke ku qetlîaman vedibêje hate nîşandan.

Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebroyê hatin kirin de, hate bibîrxistin ku Komkujiya Mereş û Roboskî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Bal hate kirşandin ku hêzên faşîst ên dagirker ku yek ziman, yek netewê li ser Kurd û Elewiyên li ser vê erdnîgariyê dijîn disepînin, gelek Komkujiyên mîna Roboskî û Mereşê kirine.

Di axaftinan de qetlîamên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê yên li bajarên Kurdan jî hatin kirin hatin bibirxistin û hate destnîşankirin ku yekan e pêşîgirtina kumkujiyan xwe rêxistinkirine  û hê zêdetir xurtkirina têkoşînê ye.