Li Nurnbergê girtina M.K hate protestokirin
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê serdegirtina li ser Mala Gel a Medyayê û girtina Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Nurnbergê (DTM) M.K hate protestokirin.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê serdegirtina li ser Mala Gel a Medyayê û girtina Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Nurnbergê (DTM) M.K hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Nurnbergê dijîn, ji bo protestokirina serdegirtina li ser Mala Gel a Medyayê û mala Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Nurnbergê (DTM) M.K û girtina wê, li pêşiya Mala Gel li hev civiyan.
Di çalakiyê de polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên dewleta Elmanyayê li dijî Kurdan hate teşhîrkirin û ev peyam hate dayîn: “M.K jineke welatparêz ku xebat ji bo hebûna çand û zimanê xwe dike. Em vê binçavkirinê ku rastî dema pêvajoya nû ya li Kurdistanê hat, weke astengkirina têkoşîna li Kurdistanê tê dayîn dibînin. Ji ber vê yekê em weke dostên Kurdan ku ji bo piştevaniya enternasyonalîst hatine, Kurdan bi tenê nehêlin. Em tim bi wan re ne.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “M.K tu ne bi tenê yî” bi dawî bû.