Li Dûîsbûrg û Nurnbergê meş

Li bajarên Dûîsbûrg û Nurnberg ên Elmanyayê ji bo şer û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakî hatin kirin. Kurdistanî jî tevlî çalakiyên li her du bajaran bûn.

Kurdistanî û dostên li gel hevparên Platforma Demokrasî ya Dûîsbûrgê tevlî meşa ji bo roja li Dijî Şer a 31’ê Tebaxê ya li Dûîsbûrg a Elmanyayê hate lidarxistin bûn.

Di meşê de Kurdistaniyan nerazîbûnên xwe nîşanî dagirkeriya qeyûman da.

Meş û mîtînga ku ji aliyê rêxistina çep a Elman ve  hate organîze kirin, li Dûîsbûrg Kûthor saet 12:00’ê destpê kir. Di mîtîngê de polîtîkayên hêzên emperyalîst hatin tehşîrkirin.

Her wiha di çalakiyê de amadekariyên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Rojava jî hate şermezarkirin û hate gotin ku divê Yekîtiya Ewropa, dewleta Elman li dijî êrîşan bibin xwedî helwestên cidî.

Di mîtîngê de axaftinên li dijî şer hatin kirin.

NURNBERG

Bi tevlîbûna endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nurnberg, DÎTÎF, Dîe Lînke, DKP, Lînke Lîste û partiyên siyasî li bajarê Nurnberg a Elmanyayê li Halplatz a navenda Nurnbergê mîtîngek lidar xist.

Kurd û dostên wan ên li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nurnberg tevlî çalakiyê bûn, desteserkirina şaredariyên HDP’ê protestokirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.