Li Munchenê li nêzî konsulxaneya Îsraîlê kesekî çekdar hate kuştin

Polîsên Elman li Munchenê kesekî ku li nêzî Serkonsolosxaneya Îsraîlê gule berdan, kuşt.

Serokkomarê Îsraîlê li ser medyaya dîjîtal bûyer weke ‘’êrîşa terorîst’’ pênase kir û anî ziman ku ew li hemberî vê bûyerê gelekî heyirîne.

Rayedarên Elman jî dibêjin ku divê sedemên êrîşê werin eşkerekirin.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Eyaleta Bavyerayê Joachim Hermann daxuyaniyek da çapemeniyê û got: ‘’Kesê hatî kuştin, bi çekeke lûledirêj digeriya û berîya ku polîs guleya berdinê, wî çend gule berdan.’’

Hermann ragihand ku çalakiya êrîşkar ya li nêzî konsulxaneya Îsraîlê û navenda dokumantasyoneke têkildarî Nazîzmê, dibe ku bi salvegara bûyera rehîngirtinê ya 5’ê Îlona 1972’yan ve têkildar be.

Di encama êrîşa sala 1972’yan ya komandoyê Filîstinî de 11 werşîzvanên Îsraîlî, polîsek û 5 kesên di êrîşê de cih digirtin, jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî polîsan modela çeka kesê hatî kuştin, kevn bû. Wezîrê Karên Hundirîn ê Elmanyayê Nancy Faeser got ku çalakiyeke gelekî cidî ye û divê saziyên Cihûyan û Îsraîlê werin parastin.

Piştî bûyerê merasîma biranîna werzîşvanên Îsraîlî yên mexdûrên êrîşa sala 1972’yan jî hate betalkirin.