Li Moskowayê Festîvala Çandî hat lidarxistin

Li Mala Netewan a Moskowayê festîvalekê bi navê “Rengê Çanda her Neteweyekî dewlemendiya Rûsyayê ye” pêk hat.

Li Mala Netewan a Moskowayê festîvala çandî a bi navê “Rengê Çanda her Neteweyekî dewlemendiya Rûsyayê ye” hat lidar xistin. Festîval ji aliyê Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê “Vîyan” û bi alîkariya Wezareta Siyaseta Netewan a Moskowayê ve hate pêkanîn. Festîvala ku di Mala Netewan a Moskowayê ve hat lidarxistin de gelek neteweyên cuda bi cil û bergên xwe û xwarinên xwe yên neteweyî ve cih girtin û çanda xwe dan nasîn. Di festîvalê de nûnerên siyasî û çandî yên netewan axivîn û behsa girîngîya festîvalekê bi vê rengî kirin.

Festîval ji bo pêşkêşkirina mîrateya çandî ya gelên li Rûsyayê dijîn hat lidarxistin. Gelên Ermenî, Yewnanî, Gurcî û Kurd kevneşopiyên xwe yên neteweyî raber kirin, dîlan, cil û bergên xwe nîşan dan.

Di Festîvalê de bi stranên gelerî dîlan hate gerandin. Piştre jî xwarinên neteweyî hatin nasîn û xwarin. Mêvanan xwarinên ji çanda Ermenî, Yewnanî, Gurcî û Kurdî ceribandin.

Di festîvalê de Arîadna Prokopîda, Koma Zarokan a Gurcî, Koma Zeytûn a Ermenî, Koma Philoxenia ya Yewnanî û Koma Rûken a govenda Kurdî hûnerên xwe nîşan dan.

Festîval bi gerandina govenda Kurdî bi dawî bû.