Li Montpellîerê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Fransa Montpellîerê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin.

Meş li parka Peyroû destpê kir û heta gara bajêr dom kir û bê navber dirûşmeyên protestokirina tecrîda Îmralî hate berz kirin.

Têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê axaftin hatin kirin û hate diyar kirin ku bêdengî nayê qebûl kirin.

Di axaftinan te hate gotin ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên mîlyonan kesî ne û heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakî bidomin.