Li Montpellierê Newroz hate pîrozkirin, berxwedan hate silavkirin

Li bajarê Montpellier ê Fransayê Newroz hate pîrozkirin û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Li bajarê Montpellier ê Fransayê bi tevlîbûna bi sedan kesî Newroz hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de ya li Espace Pitouyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin daliqandin. Hevserokên NCDK’ê daxuyaniyek parve kirin û gotin, "Heta tecrît ranebe wê têkoşîna me bidome. Em hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin.”

Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz jî şehîdên ku çalakiyên fedaî pêk anîn, bi bîr anîn û bang li gel kir ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin.

'WÊ FAŞÎZM BI BERXWEDANA PKK’Ê Û ENTERNASYONALÎST BÊ ŞIKANDIN’

Nûnerên Partiyên Çep ên Fransayê jî tevlî pîrozbahiyê bûn û Şoreşa Rojava silavkirin û gotin, wê faşîzma li Rojhilata Navîn bi berxwedana PKK’ê û enternasyonalîst bê şikandin.

Piştî axaftinan hunermend Hozan Menal, Seyda Perînçek, Koroya Zarokan û Eleonore Foûrnîaû derketin ser dikê û bi stranên xwe reng dan şahiya Newrozê.