Li Melbourneyê Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin
Li Melbourne Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin. Hevserokê Giştî ya PYD'ê Salih Muslim bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk ku li sivîlan dike.
Li Melbourne Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin. Hevserokê Giştî ya PYD'ê Salih Muslim bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk ku li sivîlan dike.
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin.
Hevserokê Giştî ya PYD'ê Salih Muslim jî weke axaftvan bi rêya Zoomê beşdarî çalakiya li avahiya NAV-KURD'ê bû.
Muslim got, "Kobanê serketina Kurdan û mirovahiyê ya demokratîk e. Belê, me berdêlên mezin da û DAÎŞ têk bir. Ez spasiya gazî û cangoriyên me yên di vî şerî de canê xwe feda kirine, dikim."
Muslim got, “Me DAÎŞ têk bir, lê beriya êrîşa Xezeyê dewleta Tirk a qirker 49 mirovên me yên li Rojava qetil kirin” û wiha domand:
"Di êrîşa dawî ya dewleta Tirk de, cihên sivîlan hatin bombebarankirin, bi milyarek dolar ziyana binesaziyê heye. Hêzên navneteweyî berpirsyarî û erkên xwe pêk naynin. 12 hezar çeteyên DAÎŞ'ê di girtîgehê de ne, em 35 hezar malbatên wan di kampan de diparêzin. Piraniya wan ji welatên rojava ne."
Çalakî piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.