Li Melbourneyê Kudan û dostên wan dagirkeriyê protesto kirin
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurd û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurd û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.
Koma Piştevaniya Rojava a Avûstralyayê û Kurdan li bajarê Melbourneyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Hevserokê Navkurdê Mahmût Kahraman di çalakiyê de axivî û got: ‘’Ez her du hevalên me yên hatine qetilkirin, bi bîr tînim û dewleta Tirk ji ber vê qetilkirinê şermezar dikim. Dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê qirkirinê careke din nîşan da. Em ê tim bibin dengê xwişk-birayên xwe yên li Rojava.’’
Ji koma Australia for Kurdistanê jî Fionn Skiotis û Sue Bolton jî di çalakiyê de axivîn.
Di axaftinan de ev peyam hatin dayîn:
‘’Mirovahiya pêşketî divê piştgiriya gelê Kurd bike. Divê em berdêlên ku Kurdan li Rojava dane baş fêm bikin û ji bîr nekin ku DAÎŞ’ê li welatên rojava çawa êrîş pêk anîn. Divê em ji bîr nekin ku HTŞ rêxistineke çawa ye û beriya niha tiştên çawa kirine.
Divê tavilê hikûmeta Avûstralyayê û gelê wê piştevaniya xwe ya ji bo Rojava nîşan bide. Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar dikin. Bi qasî ji destê me tê em ê piştgriya Rojava bikin.’’