BI DÎMEN

Li Melbourneyê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li Melbourneyê Kurdan û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurd û dostên wan bi pêşengtiya NAVKURD’ê li pêşiya Pirtûkxaneya Bajêr a Vîctoryayê hatin ba hev û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di çalakiyê de têkoşîna Gerîlayên Azadiyê hate silavkirin û ji aliyê beşdarvanan ve dirûşme hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin.

Fionn Skiotis ê ji Koma Dostên Rojava ya Awûsturalyayê di çalakiyê de axivî û bêdengiya hikûmeta Federal a Avûstralyayê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rexne kir. Çalakî bi dirûşmeyên bicoş bi dawî bû.