Li Melboûrnê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Ewûstralya Melboûrnê tecrîda Îmralî hate protestokirin û berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silav kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta eyaleta Vîtorîa ya Ewûstralyayê dijîn bi armanca piştgirîdayîna berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê û protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Çalakî li pêşiya pirtûkxaneya eyaletê pêk hat. Di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven hate silav kirin, Seroka Komeleya Jinan Sertaç Şahîn û Sekretera Komeleya Jinan Cîhan Zeyto axivîn. Di axaftinan de tecrîda Îmralî hate protesto kirin û berxwedana grevên birçîbûnê jî hate silav kirin.

Li aliyê din Canopy yê di greva birçîbûnê de ragihand ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne.