Li Melboûrnê heyeta Kurd bi Konseya Sendîkayê re civiya
Li Melboûrnê heyeta ku ji rayedarên Kurd pêk dihat têkildarî grevên birçîbûnê û ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bi Konseya Sendîkayê re civiya.
Li Melboûrnê heyeta ku ji rayedarên Kurd pêk dihat têkildarî grevên birçîbûnê û ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bi Konseya Sendîkayê re civiya.
Li bajarê Ewûstralya Melboûrnê rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û nûnerên KNK û Koma Kurdistan a Ewûstralyyê bi Konseya Sendîka ya Ewûstralyayê re li ofîsa wan civiyan.
Rayedarên sendîkayê diyar kirin ku wê pêşnûmeya têkildarî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteya rêxsitinên terorê’ bixin rojeva xwe.
Di civînê der piştgiriya ji bo Rojava û mijara avakirina dadgeha navnetewî jî bû rojev. Bûyerên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê diqewimin ji rayedarên sendîkayê re hate vegotin.