Li Marsîlyayê ciwanan li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanan li dijî tecrîda Îmralî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê komeke ciwan li îstasyona trenê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Ciwan ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê li hev civiyan û bi dirûşmeyan meşiyan. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin, dewleta Tirk hate teşhîrkirin. Ciwan piştre ber bi navenda Marsîlyayê ve meşiyan.

Ciwanan ji bo meşa roja Yekşemê saet 14:00’an ku li Qada Canebîereyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.