Li Marsîlya û Hambûrgê grevên birçîbûnê, li Hannoverê çalakî
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, greva birçîbûnê dewam dike. Doh koma sêyemîn greva birçîbûnê dewr girt. Ji bo çalakiyê li ber Walîtiya Marsîlyayê kon hatiye vedan. Rojnameyên xwecihî jî serdana çalakgeran dikin.
HANNOVER
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, ji bo işaret bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven bê kirin, li ber HBF'ê kon hate vedan û belavok hatin belavkirin.
Di çalakiyê de hate gotin, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê Kurd e" û ji bo xwedîderketina li rêberê xwe bang li gelê Kurd hate kirin.
HAMBÛRG
Greva birçîbûnê ya li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi koma sêyemîn didome. Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk tê. Ji endamên koma sêyemîn nûnerê AGÎF'ê yê Hambûrgê Huseyîn Pamûk diyar kir ku ew tecrîdê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin, lewma tevlî çalakiyê bûne.
Senarîst Oner Çakar, hunermendê sînemayê Bîlal Bûlût, Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer jî serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.
Çalakger her roj saet navbera 16:00-17:00 li kolana Monckebergê standê datînin û belavokan belav dikin.