Li Mannheimê ji bo Rojava standa piştevaniyê hate danîn
Li Mannheimê Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan ji bo piştevaniya gelên Sûriye yên koçberî Rojava bûne, kampanya destpêkirin. Bi vê armancê stand hat vekirin û eleqeyeke mezin dît.
Li Mannheimê Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan ji bo piştevaniya gelên Sûriye yên koçberî Rojava bûne, kampanya destpêkirin. Bi vê armancê stand hat vekirin û eleqeyeke mezin dît.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan ji bo piştevaniya koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya piştevanî û alîkariyê da destpêkirin.
Ji bo vê armancê di saetên êvarê de li Mannheim Planken standa piştevaniyê hate danîn.
Di standê de ku eleqeyeke mezin dît, xwarin û vexwarin hatin pêşkêşkirin û kesên hatin standê derbarê rewşa dawî ya herêmê de hatin agahdarkirin.
Kesên hatin ber standê bi bexşên xwe eleqe nîşanî standê dan.
Ji bo kampanyaya ku wê 3 rojan dewam bike, wê di 17-19’ê Kanûnê de li navnîşan Q7 Wasserturm di navbera saet 16:00-18:00’an stand were danîn.