Li Mannheîmê ciwan ji bo Ocalan meşiyan
Tevgerên Ciwanên Kurd û jinên ciwan ên Ewropayê, Jinên Ciwanên Têkoşer (TEKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li Mannheîma Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.
Tevgerên Ciwanên Kurd û jinên ciwan ên Ewropayê, Jinên Ciwanên Têkoşer (TEKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li Mannheîma Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.
Meşa ku TCŞ û TEKO-JIN li Mannheîma Elmanyayê organîze kirî, li ber HBF’ê hate destpêkirin. Bi dirûşmeya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Bi Hev Re Serhildan” dest bi meşê kirin.
Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate lidarxistin, bi qedexe û provakasyonên polîsên Elman re dest pê kir. Tîmên taybet, polîsên siwarî hespan û gelek polîsên hatîn, ji bo çalakiyê krîmînalîze bikin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan qedexe kirin. Polîsan êrîş bire li ser ciwanên ku ji bo bertekên xwe nîşan bidin wêne vekirin. 2 ciwan demek kurt hatin destgîrkirin. Di dema êrîşa polîsan de 2 jinên ciwan birîndar bûn.
Bi rûxmê hewldanên astengiyê yên polîsan, meşê hetanî navenda bajêr dom kir. Di meşa ku dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin de, alên TCŞ, YPG û TEV-DEM hatin hildan.
Di çalakiya ku pankartên silavkirina berxwedana Heftanînê û şoreşa Rojava hatin hildan de, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ê ku di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûyî hate bîranîn.
Gelek ciwanên Elman ên antîfaşîst, YXK û JXK’ê jî tevlî meşa ku li Alte Feûerwacheyê vegûherî mitîngê bûn. Di mitîngê de li ser navê TCŞ’ê axaftin hatin kirin.
Aktîvîstê ku diyar kirî, bi yekîtiya berxedana hemû ciwanên antîfaşîst wê faşîzm têk biçe, diyar kir êdî sebra ciwanên Kurd tejî bûye û ji bo fîzîkî azadiya Rêber Ocalan wê ciwan her tiştî danin holê û li ber xwe bidin. Mitîng bi dirûşme û girtina dîlanê bidawî bû.
PROVAKASYONA POLÎSAN PIŞTÎ MEŞ Û MITÎNGÊ JÎ DOM KIR
Piştî bidawîbûna çalakiyê, polîsên Elman xwestin ku nasnameyên hinek ciwanan kontrol bikin.
Nûçegihanê ajansa Nûçeciwan ê ku xwestî vê provakasyona polîsan tomar bike nêzî seetekê hate destgîrkirin.