Li Lûzernê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê ji bo Şehîdên meha Gulanê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, ji bo lehengên di meha Gulanê de di têkoşîna şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de şehîd bûne çalakiyek bîranînê hate lidar xistin.

Bi hezaran Kurdistanî di çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (Komaw) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin bûn.

'BI PÊŞENGIYA BERXWEDANA SERKEFTINÊ EM DIKARIN XWEDÎ LI MÎRATEYA WAN DERKEVIN'

Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Mehmet Alî Hoca got, "Şehîdên me bi tîpên zêrîn navê xwe di dîrokê de nivîsandin" û wiha dewam kir, "Têkoşîna Azadiyê ku partiyeke şehîdan e, ji tevahiya cîhanê re îsbat kiriye ku îro hêzeke xurt e. Ev hêza Têkoşîna Azadiyê ji bawerî û girêdana şehîdên me ya azadiyê tê. Bi xwedîderketina li vê bawerî û dilsoziyê re em ê mîrateya azadiyê ya şehîdên xwe biparêzin.”

Dayika şehîd Fatma Tore ku li ser navê Komaw’ê di bîranînê de axivî, got, "Xwedî li mîrateyên şehîdan derketin erka me ye."

Hevseroka CDK’ê Nurşan Demîr jî ev tişt got:

"Ji bo ku em karibin bi layiqî xwedî li mîrateya kesên ku di vê dozê de şehîd ketine derkevin, ancax bi hilgirtina ala berxwedanê ku dewrî me kirine bibin serkeftinê pêkan e. Weke gelê Kurd em ê bi xwedîderketina li vê xeta berxwedanê têkoşîna xwe bidomînin."

Di bîranînê de ku bi axaftinên aktîvîstên TCŞ û TekoJIN'ê dewam kir, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo şehîdan hatin guhdarkirin.