Li Lubnanê dagirkirina Efrînê hate protestokirin

Li paytexta Lubnan Beyrûtê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Li paytexta Lubnan Beyrûtê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li herêma El-Rabiye bi sedan Kurdistaniyan yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê (18 Adar) ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi çalakiyekê protesto kir.

Li ser navê TEV-DEM’ê Xalid Xalid di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Dagirkirina Efrînê bi erêkirina hêzên navnetewî û dewletên girêdayî NATO yanî bi desteka Rûsya pêk hat.”

‘DEWLETA TIRK HEMÛ SÛC KIR’

Xalid li dijî bêdendiya hêzên koalîsyona navnetewî ya li dijî dagirkirina Efrînê nerazîbûn nîşan da û got; “Dewleta Tirk li Efrînê talankirin û hemû sûcên înfazê kir. Demografiya Efrînê guhart. Li vê derê rêbazên dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê pêk anî.”

BANGA ‘EFRÎN’ Û ‘TECRÎD’Ê LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWÎ HATE KIRIN

Bang li Rêxistina Netewên Yekbûyî, dewletên Ereb, rêxistin û saziyên mafên mirovan hate kirin û li dijî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve helwest nîşan bidin.

Endamê Buroya Têkiliyên Karên Derve yê TEV-DEM’ê Ebdilselam Ehmed jî bi dagirkirina Efrînê re bang li raya giştî ya navnetewî kir ku li dijî tecrîda Îmralî bêdeng nemînin.