Li Lubeckê ji bo Rojava meş hat lidarxistin
Li Lubeckê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin.
Li Lubeckê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin.
Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Lubeck û Înîsiyatîfa Denfend Kurdistan Lubeckê ve hat lidarxistin. Di meşê de alên YPJ, YPG’ê û alên sembolên Rojava hatin hildan. Di meşê de pankartên “Stoppt den Krieg der Türkei in Kurdistan, Stoppt den Krieg” û bêyî navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Endamê komîteya amadekar a meşê axaftinek kir û got: “Divê em bi çalakiyan li dijî êrîşên qirkirin û komujiyên li ser Rojava rawestin. Divê bê zanîn ku dewleta Tirk piştgirê herî mezin ê çekan yê terorîstan e. Werin em bi hev re li dijî van qetlîam û kiryarên qirkirinê yên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.”
Di meşê de broşurên li ser êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava hatin belavkirin.