Li Londrayê komploya navnetewî hate protestokirin

Li paytexta Îngîltere Londrayê bi meşekê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê hate protesto kirin.

Li paytexta Îngîltere Londrayê 20’emîn salvgera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê sedan kesan ve bi meşekê hate protesto kirin.

Meş li herêma Edmonton a Londrayê destpê kir û di meşê de wêneyê mezin ê Leyla Guven, bi sedan wêneyên Ocalan, alên KCK, PJAK û KODAR’ê hate hildan.

Di meşê de dewleta Tirk a dagirker bi dirûşmeyan hate şermezar kirin û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê jî hate silavkirin.

Meş du saetan dom kir û li herêma Seven Sîster bi axaftinan bidawî bû. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd ya Brîtanya Ercan Akbal axivî û dewletên di komployê de cih girtin şermezar kir, berxwedêrên greva birçîbûnê jî silav kir.