Li Londrayê ji bo grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin
Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpê kirin, li Londrayê çalakiyek hate lidarixistin.
Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpê kirin, li Londrayê çalakiyek hate lidarixistin.
Li paytexta Îngîltere Londrayê bi pêşengiya rêxistinên jinan ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin û banga bihestiyarbûnê li civaka navnetewî hate kirin.
Girse li pêşiya pirtûkxaneya Wood Green a li Bakurê Londrayê li hev civiyan û wêneyê mezin ê Leyla Guven hildan.
Çalakî li ser banga hevpar ya Meclîsa Jinan Roj Women, Yenî Kadin, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komîsyona Jinan Alkas Com, Komîsyona Jinên Kurecîk û Komîsyona Jinên Tîlkîllî hate lidarixistin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate gotin; “Daxwazên Leyal Guven daxwazên me ne.”
Di daxuyaniya hevpar a li rêxistinên jinan de wiha hate gotin; “Grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li Hewlêr, Strasboûrg û Gallerê di pevajoyek kiritîk de ne. Ji bo piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her qadê berxwedanê geştir bikin û qîrîna çalakgeran bigihînîn raya giştî ya navnetewî. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne.”
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Dewleta Tirk, dewleta faşîst” hate berz kirin. Di çalakiyê de belavokên agahdarkirina daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û berxwedana wan hatin belavkirin.