Li Londonê xiyanet û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Kurdan li Londonê li ber avahiya Konsolxaneya Tirk û Nûnertiya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xist, êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, komek Kurdistanî li ber Konsolxaneya Tirk çalakiya protestoyî lidarxistin. Kurdistaniyên li ber avahiya konsolxaneyê hatin bav, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşme berz kirin.

Kurdan di çalakiyê de qetilkirina nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbul şermezar kir û bêyî navber dirûşmeyên “Bimre faşîzim”, “Bimre xiyanet”, “Qirkirina li dijî Kurdan rawestinîn” û “Şehîd namirin” berz kirin.

Li vir li ser navê Meclîsa Gelê Kurdê Turkan Bûdak û Ercan Akbal axaftin kirin. Di axaftinan de bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdistanê dagirbike û vê yekê jî bi rêya xiyanet û têkiliyên qirêj dike. Em ê li dijî xiyanet û faşîzmê xeta bi ruhê şoreşgerî yekîtiya neteweyî mezin bikin.”

Piştî axaftinan girseyê çalakiya protestoyî li ber avahiya Nûnertiya Başûrê Kurdistanê berdewam kir. Ji Meclîsa Gelê Kurd komekê hevdîtin bi rayedaran re kir.

Çalakî bi dirûşme û çapikan bi dawî bû.