Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Londonê li dijî tundiya çeteyan û polîsan bi deh hezaran kes daketin qadan

Li Londonê bi deh hezaran kes piştî kuştina ciwanê Kurd Alî yê 17 salî, bi dirûşmên "Kujer dewlet, kujer polîs" daketin qadan.

Bakurê Londonê her roj bi kuştinê, talankirinê, narkotîkê û bûyerên birîndarkirinê di rojevê de ye.

18'ê Hezîranê ciwanekî Kurd Alî Baygoren ê 17 salî bi kêrê hate kuştin, ku vê yekê êdî sebra mirovan fûrand.

Zarokekî 15 salî weke kujerê Alî hate girtin, lê belê civak nerazîbûnê nîşan dide û dibêje ku berpirsyarê esasî yê van kuştinan dewlet û polîs e.

Meclîsa Gelê Kurd, Day-Mer, Gîk-Der, rêxistinên Elewiyan, komeleyên xwecihî jî di nav de Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi dirûşma "Na ji çetebûnê re" bang kir û li ser vê bangê bi deh hezaran kes li pêşiya Stadyûma Tottenhamê li hev civiyan.

Girseya gel bi dirûşmên "Kujer dewlet, kujer polîs", "Li dijî çeteyan mil bi mil", "Bêdeng nebe, wê dor bê te" ber bi Navenda Polîsan a Metropolîtan a li Edmontonê ve meşiya.

Li pêşiya korteja ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bavê Alî yê hate qetilkirin Îbrahîm Baygoren cih girt.

Bi pankartan işaret bi kuştinên bi kêrê hate kirin û nerazîbûn ji nêzîkatiya polîs û hikumetê ya li hemberî koçberan hate nîşandan.

Girseya gel rê hemû girt û li herêma Angel Cornerê bi 5 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist.

Çalakger dema gihîştin ber Stasyona Polîsan a Metropolîtan, bi dirûşma "Kujer dewlet, kujer polîs" rêveberî şermezar kirin.

Li vê derê nûnerên saziyan axivîn û diyar kirin ku çavkaniya esasî ya xemsarî û neçareseriya mijara çeteyan, dewlet, hikumet û polîsên Îngilîz e û bi bîr xistin ku bûyerên bi vî rengî bi giranî li deverên ku piraniya şêniyên wan koçber in, diqewime. Îbrahîm Baygoren jî spasiya civakê kir ji ber vê xwedîderketinê.

Piştî axaftinan heyetek ji rêxistinên civakî yên demokratîk bi rayedarên navenda polîsan re hevdîtin kir. Di dema hevdîtinê de jî girseya gel li pêşiya qereqolê çalakiya şermezarkirinê dewam kir.