Li Londonê çalakiyên piştgiriya bi grevan re

Li paytexta Brîtanya Londonê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hate kirin.

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de hatine destpêkirin, Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Brîtanya meşek hate kirin.

Girseya ku li Qada Trafalgar a li navenda Londonê kom bûn wêneyên Ocalan û berxwedêrên grevan hildan.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanya ku Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya, Federasona Elewî a Brîtanya, Day-Mer û Gik-Der Tirkiyeyî û 27 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî li xwe digire bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku li gel têkoşîna bi maf û rewa ya grevên birçîbûnê ne.

Di daxuyaniya li ser navê Yektiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanya hate kirin hate gotin ku daxwazên berxwedêrên grevan heman demê daxwazên wan in.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde ber bi avahiya serokwezîriyê ve ketin meşê.