Li Locarnoyê tecrîd hate protestokirin
Ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê li bajarê Locarno yê girêdayî kantona Tîcîno ya Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê li bajarê Locarno yê girêdayî kantona Tîcîno ya Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 94’an de, ya Nasir Yagiz di roja 81’an, ya li Strasboûrgê roja 55 û girtîgehan jî di roja 56’an de bi biryardarî didome. Kurdistanî û dostên wan ên li kantona Tîcîno ya Swîsreyê dijîn ji bo çalakgerên greva birçîbûnê daketin qadan.
Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan jî hate protesto kirin û daxwaz hate kirin ku hemû girtî werin berdan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ew e ku Tirkiyeye qanûnên xwe pêk bîne.
Ji bo bicih anîna daxwazên çalakgeran bang li hikûmeta Tirkiye hate kirin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.